Li Wanê pevçûn derket: Leşkerek hate kuştin
Li çoltara navçeya Elbak a Wanê di encama pevçûna di navbera PKKyî û leşkeran de leşkerek hat kuştin.

Ji bo nûçeya Tirkî / İngilîzî bitikîne
Li çoltara di navbera taxên Yolmaçayir û Gedîkpaşi 30 kîlometre dûrî navçeya Elbakê saetên sibê operasyon hate lidarxistin.
Di dema operasyonê de di navbera komeke PKKyî û leşkeran de pevçûn derket.
Di pevçûnê de leşkerê ku bi giranî birîndar bû, bi helîkoptera leşkerî rakirin Nexweşxaneya Zanîngeha Yuzuncu Yil a Wanê.
Lê digel dermankirinê leşkerê birîndar mir. (EKN/FD)
Hak odaklı, çok sesli, bağımsız gazeteciliği güçlendirmek için bianet desteğinizi bekliyor.