Li Wanê ji ber hezazê rê hat girtin
Piştî barana zêde, rêya bejahiyê ya Wanê ji ber hezazê li 3 cihan hat girtin. Her wiha sê gund jî di bin avê de man.

Li Wanê du roj in bê navber baran dibare û li sê cihên cuda yên li ser rêya bejahiyê yê bajar hezaz çêbûn.
Li gorî nûçeya Ajansa Mezopotamyayê ji ber hezazê rêya di navbera Wan û Colemêrgê de hat girtin. Her wiha ji ber berfa di saetên şevê de bariyayî, ajokar bi zor û zehmet li bihurekên Kurubaş û Guzeldereyê derbas bûn.
Ji ber barana zêde, li hinek gundan jî lehî rabûn. Komên agirkujiyê yên Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê li ser agahdarkirinê çûn herêma ku lehî lê rabûye.
Hak odaklı, çok sesli, bağımsız gazeteciliği güçlendirmek için bianet desteğinizi bekliyor.