Li Wanê ji ber berfê rêyên tax û gundan hatine girtin
Li Wanê di saetên êvarê de barîna berfê destpê kiriye û hê jî didome. Ji ber berfê rêya gelek tax û gundan hatine girtin.

Li bajarê Wanê ji ber berfê rêyên navçe û gundan hatine girtin. Li navçeya Ermûşê, Artemêtan û Tuşbayê ji ber berfê dibistan rojekê hatine girtin.
Li bajarê Wanê duh barîna berfê dest pê kir û berf hê jî dibare. Ji ber berfê rêya gelek navçe, gund û taxan hatine girtin.
Li gorî Ajansa Mezopotamyayê li cihên bilind stûriya berfê gihîştiyek metroyekê û li navenda bajêr jî stûriya berfê ji 30 santîmetreyan zêdetir e.
Kuçe, cade û taxên Wanê di bin berfê de man û dar û parkên bajêr bi berfê xemilîn. Ji ber berfê ji bo xwendekarên bi dolmîş û wesayîtan diçin dibistanê rojek biryara betlanê hatiye dayîn.
(AY)
Hak odaklı, çok sesli, bağımsız gazeteciliği güçlendirmek için bianet desteğinizi bekliyor.