Li Wanê carekê din ji bo 15 rojan çalakî hatine qedexekirin
Walîtiya Wanê biryar daye ku ji 17ê Tebaxê pê de ji bo 15 rojan, hemû çalakî bên qedexekirin.

Walîtiya Wanê bi daxuyaniyekî nivîskî ragihandiye ku ji 17ê Tebaxê pê de ji bo 15 rojan, li tevahiya bajêr hemû çalaki, meş û xwepêşandan hatine qedexekirin.
Li gorî daxûyaniya Walîtiya Wanê ji 17ê Tebaxê heta 31ê Tebaxa 2021an bi maweya 15 rojan li tevahiya meş û civînên li derve, daxuyaniyên çapemeniyê, çalakiyên rûniştinê û vekirina standan jî tê de her cure çalakî û bername hatine qedexekirin.
Walîtiyê di daxuyaniyê de gotiye: “Ji bo rêgirtina li tawanan û tûndkariyê, parastina maf û azadiyên kesên din, parastina tenduristiyê, parastina can û malên welatiyan, ewlekariya gel û aramiyê” qedexe hatiye ragihandin.
Li Bajarê Wanê qedexeya çalakiyan ji sala 2016an pê ve didome.
*Çavkanî: Ajansa Mezopotamyayê
(AY)
Hak odaklı, çok sesli, bağımsız gazeteciliği güçlendirmek için bianet desteğinizi bekliyor.