Li Wanê 3 Hevşaredarên HDPyî hatine girtin
Hevşaredarê Bêgiriyê Yilmaz Şalan, Hevşaredarên Qelqeliyê Dîlan Orencî û Yakûp Amaç hatine girtin.

Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Hevşaredarê Bêgiriyê Yilmaz Şalan, Hevşaredarên Qelqeliyê Dîlan Orencî û Yakûp Amaç ên HDPyî hatine girtin. Polîsan di 6ê Kanûna Pêşiyê de bi ser malan de girtibû û hevşaredar desteser kiribû.
Hevşaredara Bêgiriyê Leyla Balkan û Hevşaredarê Elbakê Erkan Acar bi şertê kontrola edlî serbest bûne.
Hevşaredar bi tohmeta ku “endamên rêxistinê ne” û “propagandaya rêxistinê kirine” hatine girtin.
Beriya her sê hevşaredar bên girtin, Pevrîn Bûldan, Hevseroka Giştî ya HDPyê li Meclîsê axivîbû û gotibû 17 hevşaredarên HDPyî hatine girtin ku li şûna wan qeyûm hatibûn wezîfedarkirin. (EKN/FD)
Hak odaklı, çok sesli, bağımsız gazeteciliği güçlendirmek için bianet desteğinizi bekliyor.