Li Viyanayê di êrîşeke çekdarî de 3 kes mirine
Di encama êrîşa çekdarî ya li ser sînagogeke li herêma Schwedenplatzê ya Viyanayê yek jê êrîşkar 3 kes mirine. Karl Nehammer, Wezîrê Karûbarên Navxweyî gotiye ku êrîşkarê hatiye kuştin, alîgirê DAIŞê ye.

Fotograf: AA
Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Li Viyana, paytexta Awistiryayê duh li şeş hêlên cida êrîşên çekdarî pêk hatine. Di encama van êrîşan de yek jê êrîşkar sê kes mirine. 14 kes jî birîndar bûne.
Karl Nehammer, Wezîrê Karûbarên Navxweyî gotiye ku êrîşkarê hatiye kuştin alîgirê DAIŞê ye.
Nehammerî diyar kiriye ku herî kêm sê kesan êrîş pêk anîne û yek ji wan hatiye kuştin. Wezîrî gotiye yek ji wan hatiye girtin û polis ji bo yê din were girtin lê diğerin.
Michael Ludwig, Şaredarê Viyanayê jî di daxuyaniya xwe de diyar kiriye ku qurbaniyek li cihê êrîşê yek jî li nexweşxaneyê miriye. Birînên şeş birîndaran jî giran in. (TP/FD)
Hak odaklı, çok sesli, bağımsız gazeteciliği güçlendirmek için bianet desteğinizi bekliyor.