Li Tirkîyeyê yekem kes ji ber vîrûsa Covîd-19ê mirîye
Wezîrê Tenduristîyê Kocayî eşkere kirîye, li Tirkîyeyê hemwelatîyekî 89 salî ji ber vîrûsa Covîd-19yê mirîye û 51 kesên din bi vîrûsê ketîne. Li gorî vê hejmarê,berketiyên Covid-19ê bûne 98.

Fotograf: AA
Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Wezîrê Tendirustiyê Fahrettin Kocayî derbarê vîrûsa Covîd-19ê şeva borî saet 23.55an da civîna çapemenîyê pêkaniye.
Kocayî gotîye, daxûyanîya çapemenîyê bê plan bû û li Tirkîyeyê yekem kes ji ber vîrûsê miriye.
Kocayî eşkere kirîye, kesê mirî, mêre û temenê wî 89e, vîrûs ji xebatkarekê xwe yê Çînî girtîye. Herweha kocayî, derbarê nasnameya nexweş û bajarê ku lê ye da agahî nedaye.
Wezîr Kocayî dîyar kirîye, hejmara berketîyan bi zêdebûna 51 kesên din, geyîştîye 98an. (EKN/AY/FD)
Hak odaklı, çok sesli, bağımsız gazeteciliği güçlendirmek için bianet desteğinizi bekliyor.