Li Tirkiyeyê heta niha 4 hezar û 746 kes bi Covid-19ê mirine
Li Tirkiyeyê duh 17 kes mirine û nexweşî li 922 kesên din peyda bûye. Heta niha 173 hezar û 36 kes bi nexweşiyê ketine.

Fotograf: AA
Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Wezareta Tenduristiyê li ser malpera xwe ya fermî daneyên nû yên derbarê nexweşiya koronavirusê ango Covid-19ê de aşkere kiriye.
Li gor zanyariyên hatine eşkere kirin li Tirkiyeyê di 24 saetên dawî de nexweşî li 922 kesên din peyda bûye. 17 kes mirine ku hejmara miriyan gihîştiye 4 hezar û 746an. Her weha 2 hezar û 241 nexweş jî baş bûne.
Test ji bo 36 hezar û 521 kesan hatiye kirin.
Li gor daneyan heta niha test ji bo 2 milyon û 451 hezar û 700 kesan çêkirine. 173 hezar û 36 kes nexweş ketine. 4 hezar û 746 kes bi Covîd-19ê mirine.
Dermankirina 631 kesan li beşên nexweşiyên giran berdewam dike. Hejmara nexweşên entube 280, ya nexweşên baş bûye 146 hezar û 839e. (EKN/AY/FD)
Hak odaklı, çok sesli, bağımsız gazeteciliği güçlendirmek için bianet desteğinizi bekliyor.