Li Tirkiyeyê heta niha 4 hezar û 711 kes bi Covid-19ê mirine
Li Tirkiyeyê duh 19 kes mirine û nexweşî li 989 kesên din peyda bûye. Heta niha 171 hezar û 121 kes bi nexweşiyê ketine.

Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Wezareta Tenduristiyê li ser malpera xwe ya fermî daneyên nû yên derbarê nexweşiya koronavirusê ango Covid-19ê de aşkere kiriye.
Li gor zanyariyên hatine eşkere kirin li Tirkiyeyê di 24 saetên dawî de nexweşî li 989 kesên din peyda bûye. 19 kes mirine ku hejmara miriyan gihîştiye 4 hezar û 711an. Her weha 3 hezar û 411 nexweş jî baş bûne.
Test ji bo 39 hezar û 361 kesan hatiye kirin.
Li gor daneyan heta niha test ji bo 2 milyon û 377 hezar û 954 kesan çêkirine. 171 hezar û 121 kes nexweş ketine. 4 hezar û 711 kes bi Covîd-19ê mirine.
Dermankirina 625 kesan li beşên nexweşiyên giran berdewam dike. Hejmara nexweşên entube 261, ya nexweşên baş bûye 141 hezar û 380e. (EKN/AY/FD)
Hak odaklı, çok sesli, bağımsız gazeteciliği güçlendirmek için bianet desteğinizi bekliyor.