Li Tirkiyeyê heta niha 152 hezar û 587 kes bi Covîd-19ê ketine
Li Tirkiyeyê duh 23 kes mirine û nexweşî 972 kesên din peyda bûye.

Fotograf: AA
Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Wezareta Tenduristiyê li ser malpera xwe ya fermî daneyên nû yên derbarê nexweşiya koronavirusê ango Covid-19ê de aşkere kiriye.
Li gor zanyariyên hatine eşkere kirin li Tirkiyeyê di 24 saetên dawî de 972 kesên din hatiye dîtin. 23 kesên din mirine ku hejmara miriyan gihîştiye 4 hezar û 222an. Her weha 1 hezar û 92 nexweş jî baş bûne.
Test ji bo 20 hezar û 838 kesan hatiye kirin.
Li gor daneyan heta niha test ji bo milyon û 696 hezar û 255 kesan çêkirine. 152 hezar û 587 kes nexweş ketine.
Dermankirina 877 kesan li beşên nexweşiyên giran berdewam dike. Hejmara nexweşên entube 445, ya nexweşên baş bûne 113 hezar û 987 e. (EKN/AY/FD)
Hak odaklı, çok sesli, bağımsız gazeteciliği güçlendirmek için bianet desteğinizi bekliyor.