Li Tirkiyeyê hejmara miriyan gihîştiye 131ê
Li Tirkiyeyê hejmara kesên ku ji ber Covid-19ê mirine gihîştiye 131ê. Heta niha 9217 kes nexweş ketine.

Fotograf: AA
Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Wezareta Tenduristiyê aşkere kiriye ku di 24 saetên dawiyê de li 1815 kesên din nexweşiya Covid-19ê peyda bûye. 23 kes mirine. Li gorî vê encamê hejmara nexweşan gihîştiye 131 kesan.
Li gorî daxuyaniya Wezaretê testa Covid-19ê ji bo 65 hezar û 446 kesan hatiye kirin. Li 9 hezar û 217 kesan nexweşî peyda bûye. 131 kes mirine. 568 kes li beşên nexweşiya giran tên dermankirin. Heta niha 105 kes jî piştî dermankirinê baş bûne.
Di 24 saetan de testa 9 hezar û 982 kesan hatiye kirin ji van li 1815 kesan nexweşî derketiye. Her weha di nava vê deme de 23 kes jî mirine. (DB/FD)
Hak odaklı, çok sesli, bağımsız gazeteciliği güçlendirmek için bianet desteğinizi bekliyor.