Li Tirkiyeyê duh 993 kesên din bi Covid-19ê ketine, 20 kes mirine
Li Tirkiyeyê heta niha şewba koronavirusê ango Covid-19ê li 214 hezar û 993 kesan peyda bûye. Heta niha 5 hezar û 402 kes mirine.

Fotograf: AA
Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Wezatera Tenduristiyê ya Tirkiyeyê hejmarên nû yên derbarê pêketiyên nû û miriyên ji ber Covid-19ê aşkere kirine.
Li gorî van daneyan duh koronavirus li 992 kesên din peyda bûye. 20 kes mirine. Hezar û 49 nexweş baş bûne.
Test ji bo 43 hezar û 231 kesan hatine çêkirin.
Li gorî van daneyan, heta niha testa 4 milyon û 65 hezar û 178 kesan çêbûye. 214 hezar û 993 kes bi vê nexweşiyê ketine. 5 hezar û 402 kes mirine.
Dermankirina hezar û 204 kesan li beşên nexweşiyên giran dewam dikin û 396 nexweş jî endube ne. Heta duh 196 hezar û 720 kes baş bûne. (EKN/FD)
Hak odaklı, çok sesli, bağımsız gazeteciliği güçlendirmek için bianet desteğinizi bekliyor.