Li Tetwanê polîsan bi ser malan de girtin
Polîsan îro di danê sibehê de li navçeya Tetwanê bi ser malan de girtin. Di serdegirtinên malan de herî kêm 4 kes hatin desteserkirin.

Polîsan îro danê sibehê li navçeya Tetwana Bedlisê bi ser malan de girtin.
Di serdegirtinên malan de kesên bi navên Nedîm Turemîş, Çetîn Yilmaz, Milazim Aysal û Diyar Aysal hatin desteserkirin.
Li gorî nûçeya Ajansa Mezopotamyayê di serdegirtinên malan de polîsan derî şikandin, alav û amûrên welatiyan belav kirin û dest danîn ser gelek pirtûk û materyalên dijîtal.
Her weha sedema desteserkirinan nehat zanîn.
Hak odaklı, çok sesli, bağımsız gazeteciliği güçlendirmek için bianet desteğinizi bekliyor.