Li Swêdê di encama teqînekê de 19 kes birîndar bûne
Li gorî nûçeyên di medyaya herêmî de hatine belavkirin, teqîn li kolanê pêk hatiye

Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Li bajarê Linköping ê Swêdê, li gorî saeta herêmî, saet li derdora 09.00ê teqînek pêk hatiye. Li gorî nûçeyên di medyaya herêmî de hatine belavkirin, teqîn li kolanê pêk hatiye û camên pencereyên du avahiyan şikestine.
Kolan û derdora cihê teqînê ji çûnûhatinê re hatiye girtin û gelek ambulans çûne cihê bûyerê. Li gorî zanyariyên destpêkê, 19 kes birîndar bûne.
Sedema teqînê diyar nebûye û polîsan lêpirsîn dane dest pê kirin. (EMK/FD)
Hak odaklı, çok sesli, bağımsız gazeteciliği güçlendirmek için bianet desteğinizi bekliyor.