Li Sûriyeyê du keşe hatine kuştin
.jpg)
Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Li Rojavayê bi êrîşeka çekdarî du keşe hatine kuştin. DAIŞê daxuyandiye ku berpirsa êrîşê ew e.
Li gor nûçeyeka Agosê, herdu keşeyên hatîn kuştin Hovsep Petoyan û bavê wî Abraham Petoyan bûne.
Di hema tirimbêlê de Fati Sano jî hebûye û birîndar bûye.
Li Qamişloyê sê teqîn çêbûn
Li gor nûçeyeka Rûdawê duhî sê teqîn li Qamişloyê çêbûne. Nûçegihana Rûdawê Vîviyan Fetahê diyar kir ku li gor agahiyên destpêkê 6 kesan canê xwe ji dest dane û herwiha 47 kes birîndar bûne.
Bo Nexweşxana Ferman 8 birîndar û bo Nexweşxana Rehmeyê jî 3 birîndar hatine şandin.
Yek ji wan teqînan li bazareke keskayî û fêkîyan bûye. Teqîneke din li Cadeya Elwehde bû û ya din li nêzîkî Nexweşxaneya Elselam bûye.
Cihê teqînan ji aliyê hêzên asayişa bajêr ve hatine kontrolkirin.
(EKN/MB)
*Çavkanî: bianet, Rûdaw