Li Sûriyeyê 2 leşkerên Tirk mirine
Li Marê, navçeya Ezaza Sûriyeyê ku di bin kontrola Tirkiyeyê de ye êrişî wesayîta bi zirx kirine. Di encama êrişê de 2 polîsên Hêzên Taybet mirine û 2 polîs jî birîndar bûne.

Fotograf: AA
Ji bo nûçeya tirkî / îngilîzî bitikîne
Hatiye aşkerekirin ku li Mare, navçeya Ezeza Sûriyeyê YPG(Yekîneyên Parastina Gel)yiyan bi muşekan êrişî konvoya hêzên ewlekariyê yên Tirk kirine. Di encama êrişê de Cîhat Şahînê 34 salî û Fatîh Doganê 27 salî mirine.
Suleyman Soylû, Wezîrê Navxweyî li ser hesabê Twîtterê peyamek belav kiriye û gotiye, êrişa ku li Mareyê li dijî konvoyê pêk hatiye, ji aliyê “PKK/PYD” yiyen ku herêma Til Rifatê ne ve bi muşekan hatiye kirin.
Piştî merasîma li Dîlokê wê cenazeyên Fatîh Dogan û Cîhad Şahîn bişînin bajarên wan Semsûr û Elezîzê.
(PT/AY)
Hak odaklı, çok sesli, bağımsız gazeteciliği güçlendirmek için bianet desteğinizi bekliyor.