Li Stenbolê û Şirnexê gelek kes hatin desteserkirin
Di serdegirtinên malan ên li Stenbolê de 4 jin û li Cizîra Şirnexê jî 7 kes hatin desteserkirin.

Îro danê sibê polîsan li Stenbolê û Şirnexê bi ser gelek malan de girtin.
Li gorî nûçeya Ajansa Mezopotamyayê li Stenbolê di encama serdegirtinên malan de aktîvîstên Tevgera Jinên Azad (TJA) Nûrcan Tayboga, Nesîbe Akyol û Remziye Bozkurt û ji Atolyeya Jineolojiyê Ebrû Karaaslan hatin desteserkirin.
Her weha sedema desteserkirinan nehat zanîn. Desteserkirî li Midûriyeta Emniyetê ya Bajar tên ragirtin.
Li Cizîrê, navçeya Şirnexê jî di serdagirtina malan de 7 kes hatin desteserkirin.
Kesên desteserkirî birin Midûriyeta Polîsan a Navçeyê.
(AY)
Hak odaklı, çok sesli, bağımsız gazeteciliği güçlendirmek için bianet desteğinizi bekliyor.