Li Stenbolê serlêdanên ji bo kursên Zazakî yên Şaredariya Bajarê Mezin dewam dikin
Li navçeya Şîşlî, Ataşehîr û Sarigaziyê wê dersen zazakî ango kirmanckî bên dayîn.

Şaredareya Bajarê Mezin a Stenbolê (IBB) kursên zazakî ango kirmanckî daye dest pê kirin.
Kurs di bin banê Enstîtu Istanbulê de tên vekirin û pêvajoya serlêdanê ya ji bo kursan dest pê kiriye.
Şaredarî wê kursan li navçeya Şîşlî, Ataşehîr û Sarigaziyê veke. Ji bo her yek ji navçeya Ataşehîr û Sarigaziyê 20 kes, ji bo ya Şîşliyê jî wê 25 kes bikaribin beşdar bibin.
Piştî ku Ekrem Îmamoglû li ser navê Partiya Gel a Komarî (CHP) di sala 27ê Hezîrana 2019an de bû Şaredarê Bajarê Mezin ê Stenbolê, li ISMEKê kursên kurmanciyê hatin vekirin.
Di Kanûna Paşiyê ya sala 2020an de cara pêşiyê ji bo kurmancî kurs hatibûn vekirin.
Ji bo zanyariyên zêdetir û serlêdanê, bitikîne
(FD)
nûçeyên pêwendîdar
Hak odaklı, çok sesli, bağımsız gazeteciliği güçlendirmek için bianet desteğinizi bekliyor.