Li Stenbolê sê fabrîqe dişewitin
Li Esenyurta Stenbolê agirî girtiye fabrîqeyekê jû ji wê fabrîqeyê agirî girtiye du fabrîqeyên dî jî. Walîtîya Stenbolê daye zanîn ku ti kes nemirine û wan pêşî li belavbûna agirî girtiye.

Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Li Esenyurta Stenbolê agirî girtiye fabrîqeyekê jû ji wê fabrîqeyê agirî girtiye du fabrîqeyên dî jî. Walîtîya Stenbolê daye zanîn ku ti kes nemirine û wan pêşî li belavbûna agirî girtiye.
Şaredariya B ajrê Mezin a Stenbolê bi daxuyaniyekê diyar kiriye ku zêdetirî 180 xebatkarên agirkujîyê bi 180 wesayitan hewil didin agirî bitemirînin.
Şaredar: Sebeb ne diyar e
Şaredarê Esenyurtê, Ali Murat Alatepeyî gotiye:
“Em nizanin ka ji ber çi agirî girtiye fabrîqeyê lê agahiya xweş ew e ku ti kes nemirine.
“Şansê me heye ku îro gelek ba nayê. Gelek dûman heye û agir gelek bilind dibe sebeba wê jî fabrîqeya darên çam e.
“Tiştên kîmyayî li wê derê nînin. Fabrîqeyeka biçûk ya tekstîlê heye.”
(EKN/MB)
Hak odaklı, çok sesli, bağımsız gazeteciliği güçlendirmek için bianet desteğinizi bekliyor.