Li Stenbolê pankarta ‘bicehime qeyûm’ bi keştiyê ve daliqandin
Endamên HDKê pankarta “Bicehime qeyûm” bi keştiyek ve daliqandin û tayînkirina qeyûm ji bo Şaredariya Colemêrgê şermezar kirin.

Nerazîbûn û hêrsa li dijî tayînkirina qeyûm ji bo Şaredariya Colemêrgê berdewam dike.
Li gorî nûçeya Ajansa Mezopotamyayê endamên Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) li dijî tayînkirina qeyûm ji bo Şaredariya Colemêrgê pankarta “Bicehime qeyûm” bi keştiyek ku sefera Kadikoyê û Beşîktaşê dike ve daliqandin û tayînkirina qeyûm protesto kirin.
Hak odaklı, çok sesli, bağımsız gazeteciliği güçlendirmek için bianet desteğinizi bekliyor.