Li Stenbolê panela ‘perwerdehiya bi zimanê dayîkê’ wê bê lidarxistin
Meclisa Xwendekarên Azad a Stenbolê wê bi dirûşma “Perwerdehiya, Wekhev, Azad, Zanistî û Zimanê Dayîkê” panelek li dar bixe.

Meclisa Xwendekarên Azad a Stenbolê di çarçoveya 21ê Sibatê Roja Zimanê Dayîkê ya Cîhanê de di roja Yekşema 23ê Sibatê de li Kadikoyê wê panelek bi dirûşma “Perwerdehiya, Wekhev, Azad, Zanistî û Zimanê Dayîkê” li dar bixe.
Di panelê de ji bilî axaftvanên ji Komeleya Lêkolînên Kurdî, wê dengbêj jî behsa "Dîroka Dengbêjiyê” bike
Li gorî nûçeya MAyê hunermendên Navenda Çanda Mezopotamyayê (MKM) û Koma Vejîn jî dê bi stranên xwe tev li panelê bibin.
(AY)
Hak odaklı, çok sesli, bağımsız gazeteciliği güçlendirmek için bianet desteğinizi bekliyor.