Li Stenbolê di serdegirtinên malan de 6 kes hatin desteserkirin
Di serdegirtinên malan ên Stenbolê de endamên DEM Partiyê jî di nav de 6 kes hatin desteserkirin.

Polîsan li navçeya Gazîosmanpaşa ya Stenbolê bi ser gelek malan de girtin.
Li gorî nûçeya Ajansa Mezopotamyayê endamên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) jî di nav de 6 kes hatin desteserkirin.
Hate diyarkirin ku kesên sedema desteserkirina wan nehate zanîn birine Qereqola Cendermeyan a Maslakê.
Kesên hatine desteserkirin ev in:
Mehmet Sidik Mertoglû, Ahmet Korkmaz, Resûl Kaytaz, Besîm Semercî, Mûrat Arslan û Mûstafa Kara
(AY)
Hak odaklı, çok sesli, bağımsız gazeteciliği güçlendirmek için bianet desteğinizi bekliyor.