Li Stenbolê 11 kes hatin desteserkirin
Li Stenbolê bi awayekî hemwext li 13 navnîşanên 10 taxan operasyon pêk hat. Di encamê de 11 kes hatin desteserkirin.

Di çarçoveya operasyona ku ekîbên Midûriyeta Şaxa Têkoşîna Dijî Terorê û Îstixbaratê ya Midûriyeta Emniyetê ya Stenbolê li dar xist de danê vê sibehê di serdegirtina malan de 11 kes hatin desteserkirin.
Li gorî nûçeya Ajansa Anadoluyê, operasyon li dijî PKKê ye.
Di operasyona hemwext a ku li 13 navnîşanên 10 taxên bajêr hat lidarxistin de di serdegirtina malan de polîsan dest danîn ser melzemeyên dijîtal.
Kesên hatin destserkirin birin Midûriyeta Polîsan a Stenbolê.
(TY/AY)
Hak odaklı, çok sesli, bağımsız gazeteciliği güçlendirmek için bianet desteğinizi bekliyor.