Li Stenbol û Îzmîrê gelek kes hatin desteserkirin

Li Stenbolê polîsan di saetên serê sibê de bi ser gelek malan de girt. Di çarçoveya lêpirsîna ku li Îzmîrê hatiye destpêkirin de endama Federasyona Komeleyên Ciwanên Sosyalîst (SGDF) Ozge Dogan û Yaren Tûncer hatin desteserkirin.
Li gorî nûçeya Ajansa Mezopotamyayê her du jinên ciwan ên sedema wan a desteserkirinê nehatiye zanîn birine Emniyeta Stenbolê.
Di çarçoveya heman lêpirsînê de Meryem Yildirim jî li Îzmîrê hate desteserkirin.
Her weha li gorî heman nûçeyê di serdegirtinên malan ê Stenbolê de jî li navçeya Arnavûtkoyê Mazlûm Korkmaz ê 10 salan di girtîgehê de hatibû ragirtin û nû hatiye berdan jî di nav de Yûnûs Eslan, Emrah Ekmekçî, Erkan Ozmen hatine desteserkirin.
Di serdegirtina malan ên navçeyên Stenbolê yên cuda de jî Firat Guner, Lutfu Kaya û Azîz Degîrmencî jî hatin desteserkirin.
Kesên hatine desteserkirin birine Rêvebiriya Polîsan a Stenbolê û hate diyarkirin ku hevdîtina parêzeran a bi wan re hatiye sînordarkirin.
SGDFyê daxuyanî da
SGDFê têkildarî desteserkirinan li ser hesaba xwe yê platforma Xyê daxuyanî da û wiha got:
“Di çarçoveya operasyonên siyasî yên navenda wan Îzmîr û vê sibê hatin kirin de hevseroka me ya beriya niha Yaren Tûncer û hevrêyên me Ozge Dogan û Meryem Yildirim hatin binçavkirin. Em ê li dijî êrişên faşîzmê berxwedana xwe bidomînin û bi hêza ciwanan têkoşîna xwe ya sosyalîzmê bigihînin serkeftinê. Zext û binçavkirinan nekarî me têk bibin wê nekaribe jî. Bila kesên hatine binçavkirin bên berdan.”