Li Spanyayê hejmara kesên ji ber lehiyê mirin derket 217an
Enstîtuya Meteorolojiyê ya Dewletê ya Îspanyayê ragihand ku li herêmê krîza meteorolojiyê bi dawî bûye.

Li Spanyayê xebatên lêgerîn û rizgarkirinê yên ji ber karesata lehiyê didomin. Lehî di 29ê Cotmehê de rabû û "karesata sedsalê" hat binavkirin.
Ji ber karesatê 217 kesan jiyana xwe ji dest dan û niha li herêmê 17 hezar polîs, cendirme, leşker û karmendên parastina sivîl dixebitin.
Di agahiyên ku Wezareta Aboriyê belav kirî de hat destnîşankirin ku di 5 rojên piştî lehiyê de 46 hezar daxwazên tezmînatê ji Konsorsiyuma Tezmînata Sîgorteyê re hatine kirin û bi qasî nîvê wan ji bo wesayîtên xisar dîtine ye.
Li kolan û otorêyên Valensiyayê ku hêj nêzî 50 rê lê girtî ne, ji bo nêzîkî 100 hezar wesayîtên bi xisar lê were derxistin, bi qasî 70 vînç dixebitin.
Hak odaklı, çok sesli, bağımsız gazeteciliği güçlendirmek için bianet desteğinizi bekliyor.