Li Şirnexê şer derketiye: 2 leşker mirine
Di şerê ku li herêma Bestaya Şirnexê derketiye de 2 leşker mirine, leşkerek û cerdevanek jî birîndar bûne.

Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Hatiye diyarkirin ku di saetên sibê de di navbera leşkerên ku li herêma Bestaya Şirnexê derketin operasyonê û PKKyiyan de şer derketiye.
Wezareta Karên Navxweyî ragihandiye ku di operasyonê de 2 cendirme mirine, cendirme û cerdevanek jî bi giranî birîndar bûne.
Operasyona li herêma navborî dewam dike.(NT/AY)
Hak odaklı, çok sesli, bağımsız gazeteciliği güçlendirmek için bianet desteğinizi bekliyor.