Li Şirnexê polîsan bi ser malên HDPyiyan de girtine
Li navçeya Bêşebabê rêvebirên HDPyê jî di nav de, polîsan 5 kes desteser kirine.

Ji bo nûçeya tirkî / îngilîzî bitikîne
Li Taxa Alî Çawişî ya navçeya Bêşebabê ya Şirnexê, tîmên taybet bi ser gelek malan de girtine.
Di encama serdegirtinan de polîsan, Hevseroka rêxistina navçeya Bêşebabê ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Zarîfe borak, rêvebirê navçeyê Emrah Yacan û Lokman Abî, Devrîm Abî û Mehmet Cîn desteser kirine.
Li gorî nûçeya MAyê, polîsan kesên desteser kirine, birine navenda polîsan a navçeyê. (AS/FD)
Hak odaklı, çok sesli, bağımsız gazeteciliği güçlendirmek için bianet desteğinizi bekliyor.