Li Şirnexê di encama êrîşekê de leşkerek mir
Li herêma Akçayê ya Şirnexê dema leşkeran kontrola rê dikir teqemeniya ku berê hatibû bicîkirin, teqiya. Di encamê de leşkerek mir.

Ji bo nûçeya Tirkî / Ingilîzî bitikîne
Li Şirnexê teqemeniya ku di rê de hatiye bicîkirin teqiya û leşkerek mir.
Êrîş il herêma Akçayê pêk hat. Leşkerên bi ser 6emîn Lîwaya Piyade ya Bimotor dema rê kontrol dikirin teqîn pêk hat.
Leşkerekî ku di encama teqînê de birîndar bû bi rêya helîkopterê rakirin nexweşxaneya li 23yemîn Fermandariya Liqa Sînor a Cendermeyan.
Lê digel mudaxeleya tibî leşker mir.
Heta saet 10.25ê jî nasnameya wî leşkerî ku miribû nehatibû aşkerekirin. (EKN/FD)
Hak odaklı, çok sesli, bağımsız gazeteciliği güçlendirmek için bianet desteğinizi bekliyor.