Li Şirnexê di dema perwerdeya leşkerî de teqîn çêbûye
Li navçeya Qilabanê ya Şirnexê di dema perwerdeya leşkerî de guleya hawanê teqiya ye û leşkere miriye. Çar leşker jî birîndar bûne. Wezareta Berevaniya Milî aşkere kir ku bûyer di encama “qezayekê” de çêbûye.

Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Li bajaroka Sêgirikê ya navçeya Qilabana Şirnexê, dema leşkeran li beregeha leşkerî de perwerdeya çekan didît, guleya hawanê teqiya ye.
Li gorî zanyariyên pêşiyê leşkerek miriye, çar leşker jî birîndar bûne.
Hatiye zanîn ku leşkerên birîndar bi helîkopterê rakirina Nexweşxaneya Dewletê ya Şirnexê. Li gorî heman zanyariyan birîna leşkerekî giran e.
Wezarita Berevaniya Milî daxuyaniyek derbarê bûyerê de belav kiriye û gotiye di encama “qezayeke ku di dema operasyonan de” çêbûye leşkerek miriye. (EKN/FD)
Hak odaklı, çok sesli, bağımsız gazeteciliği güçlendirmek için bianet desteğinizi bekliyor.