Li Şirnexê çûn û hatina gelek herêman hatin qedexekirin
Walîtiya Şirnexê, li seranserê bajêr gelek herêm ji bo 15 rojan wekî "herêma ewlehiya taybet" ragihand.

Li Şirnexê çendîn herêm di çarçoveya biryara “herêma ewlehiya taybet” de ji bo 15 rojan hatin qedexekirin.
Li gorî nûçeya Ajansa Mezopotamyayê Walîtiya Şirnexê, gelek qadên girêdayî navendê û navçeya Silopiya, Qileban û Elkê heya 15 rojan wekî "herêma ewlehiya taybet" ragihandin.
Di nava van qadan de hin deverên girêdayî Besta, Gabar, Cûdî û Faraşînê jî hene. Qedexe wê heya 29ê Tebaxê bidome.
Hak odaklı, çok sesli, bağımsız gazeteciliği güçlendirmek için bianet desteğinizi bekliyor.