Li Şirnexê çar kes hatin desteserkirin
Li navçeya Cizîrê û bajarokê Dergûlê di serdegirtinên malan de 4 kes hatin desteserkirin.

Li navçeya Cizîrê û bajarokê Dêrgûlê yên Şirnexê polîsan bi ser malan de girtin.
Li gorî nûçeya Ajansa Mezopotamyayê di serdegirtinên malan de welatiyên bi navên Mehmet Atabey, Metîn Mendez, Ahmet Kaygusuz û Hamît Ayan hatin desteserkirin.
Kesên ku hatine desteserkirin birin Rêvebiriya Emniyetê ya Şirnexê. Her weha sedemê desteserkirina wan nehat zanîn.
(AY)
Hak odaklı, çok sesli, bağımsız gazeteciliği güçlendirmek için bianet desteğinizi bekliyor.