Li Şirnexê 7 herêm ji bo 15 rojan hatin qedexekirin
Walîtiya Şirnexê, 7 herêm weke “herêma ewlehiyê ya taybet a demkî” ragihandin û ketin û derketina wan herêman ji bo qedexe kir.

Walîtiya Şirnexê, Herêma Besta, Çiyayên Cûdî û Gabar di nav de 7 herêm weke “herêma ewlehiyê ya taybet a demkî” ragihandin û ketin û derketina wan qedexe kir.
Walîtiyê di daxuyaniya xwe de diyar kir ku qedexe ji bo “parastina ewlehiya neteweyî, aramiya giştî, rêgirtina li ber tawanan û her rûdaneke neyînî û parastina maf û azadiya kesên din” hatiye ragihandin.
Her weha walîtiya Şirnexê, herêmên Besta Cûdî, Gabar, Besta, Kato, Feraşîn, Dûlê û Kela Memê di nav de gelek herêmên girêdayî navenda Şirnexê û navçeyên wê yên Silopiya, Cizîr, Basa, Qileban û Elkê ji bo 15 rojan weke “herêma ewlehiyê ya taybet a demkî” ragihand û ketin û derketina wan qedexe kir.
Qedexe di 14ê Çiriya Pêşiyê de dest pê dike wê di 28ê Çiriya Pêşiyê de bi dawî bibe.
Hak odaklı, çok sesli, bağımsız gazeteciliği güçlendirmek için bianet desteğinizi bekliyor.