Li Şirnexê 5 kes hatin desteserkirin
Li Hezex, navçeya Şirnexê di serdegirtinên malan de 5 kes hatin desteserkirin.

Li gundê Delavêqesrê û taxên serbi navçeya Hezexa Şirnexê, polîs û leşkeran bi ser gelek malan de girtin û 5 kes desteserkirin.
Li gorî nûçeya Ajansa Mezopotamyayê di serdegirtinên malan de endamê Meclisa Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Adnan Bel, welatiyên bi navê Hakim Kaş, Ahmet Boya, Emîn Soyal û Yasîn Acar hatin desteserkirin.
Hate zanîn ku di çarçoveya lêpirsîna ku Serdozgeriya Komarî ya Sêrtê daye destpêkirin de 5 kes hatine desteserkirin.
Kesên ku hatin desteserkirin birine Rêveberiya Polîsan a Sêrtê.
(AY)
Hak odaklı, çok sesli, bağımsız gazeteciliği güçlendirmek için bianet desteğinizi bekliyor.