Li Şirnexê 19 kes hatin desteserkirin
Li Cizîrê, navçeya Şirnexê zarok jî di nav de 19 kes hatin desteserkirin.

Di çarçoveya lêpirsîna ku Serdozgeriya Komarî ya Şirnexê daye destpêkirin de, polîsan bi ser gelek malan de girtin û zarok jî di nav de19 kes desteser kirin.
Li gorî nûçeya Ajansa Mezopotamyayê 19 kes bi îdiaya ku “propagandaya rêxistinê kirine” hatine desteserkirin. Tê payîn ku wê hejmara desteserkiriyan zêdetir bibe.
Navên hin kesên hatine desteserkirin wiha ne:
Ûgûr Eksen, Yûsûf Geren, Hasan Geren, Hayrettîn Tûran, Kadîr Sarak, Nîmet Sarak, Ayhan Şavur, Hasan Mûngan, Ramazan Ûlman, Yûsûf Dal, Azat Boluş.
(AY)
Hak odaklı, çok sesli, bağımsız gazeteciliği güçlendirmek için bianet desteğinizi bekliyor.