Li Rojavayê derketina kolanan hatiye qedexekirin
Li Rojavayê, Meclîsa Rêveberiya Xweser aşkere kiriye ku ji ber şewba koronavirusê (Covid-19) derketina derve hatiye qedexekirin.

Li Rojavayê qedexeya derketina kolanan ji saet 06.00an pê ve dest pê kiriye.
Meclîsa Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, biryara xwe ya qedexeya derketina kolanan aşkere kiriye. Meclîsê ji ber şewba koronavirusê (Kovid-19) di 19ê Adarê de biryar dabû ku ji 23yê Adarê û pê de derketina derve were qedexekirin.
Xebatên dezenfektekirinê dewam dikin
Rêveberiya Xweser li hemû bajaran xebatên xwe yên dezenfektekirin dewam dike û di çarçoveya pêşniyarên maseya krîzî ya avakirî de, navendên karantînayê diyar kiriye.
Rêveberiya Xweser, berê jî ragihandibû ku ji ber vîrûsê deriyên sînorên xwe girtine û navber daye perwerdeya dibistan û zanîngehan.(FD)
*Çavkanî-Fotograf: MA
Hak odaklı, çok sesli, bağımsız gazeteciliği güçlendirmek için bianet desteğinizi bekliyor.