Li Qirgizîstanê balafirek ket
Li paytexta Qirgizîstanê, li Bişkekê balafireka bi cûreyê Boeng 747ê ket. 32 kes mirin.

Ji bo nûçeya Tirkî bitikîne
Li paytexta Qirgizîstanê, li bajarê Bişkekê balafireka bi cûreyê Boeng 747ê ket.
Li gor sieta Tirkiyeyê balafir di siet 04.45ê de ketiye ser xaniyan.
Du balafirajo û du karmendên di balafirê de û 28 kesên balafir ketî ser xaniyên wan mirine.
Li gor Wezareta Saxlemiyê heta niho 4 birîndar ji bo dermankirinê ji bo nexweşxaneyan hatine birin.
Li gor Ajansa Nûçeyan a Doganê, her çar karmendên balafirê yên mirîn ev in: Balafirajoyê İbrahim Gürcan Dirancı, balafirajoyê duyem Kazım Öndül û herdu pisporên barkirinê Melih Aslan û İhsan Koca mirine. (NV/MB)
Wêne: Nezir Aliyev/AA
Hak odaklı, çok sesli, bağımsız gazeteciliği güçlendirmek için bianet desteğinizi bekliyor.