Li Qeyseriyê bi pileya 5.1an erd hejiyaye
Li Sarioglan, navçeya Qeyseriyê bi pileya 5.1an erd hejiyaye.
.jpg)
Ji bo nûçeya ingilîzî bitikîne
Li Sarioglan, navçeya Qeyseriyê di saet 02.28ê şevê de bi pileya 5.1an erd hejiyaye.
Serokatiya Rêveberiya Karesatan û Rewşa Lezgîn (AFAD) aşkere kiriye ku erdhej saet di 02.28 xulekan de bi pileya 4.9ê li Sarioglana Qeyseriyê pêk hatiye.
Her weha Resetxaneya Kandilliyê û Esnîtituya Lêkolînên Erdhejan a Zanîngeha Bogaziçiyê jî erdhej bi pileya 5.1ê pîvaye.
AFADê eşkere kiriye û gotiye, erdhej 23,75 kîlometreyan di bin erdê de çêbûye û Enstîtûyê jî gotiye 1,4 kîlometre di bin erdê de bûye.
Her weha bandora erdhejê li bajarên derdorê yên wek Sêwas, Nevşehîr û Yozgatê jî bûye.
Li gorî agahiyan di erdhejê de ti ziyanên canî tune, bitenê xisar li çend malan ketiye.(AY)
Hak odaklı, çok sesli, bağımsız gazeteciliği güçlendirmek için bianet desteğinizi bekliyor.