Li Pirsûsê herî kêm 4 kes hatin desteserkirin
Di nav kesên ku di serdegirtinên malan de hatine desteserkirin endamên meclîsa Şaredariya Pirsûsê jî hene.

Di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarî ya Rihayê de li navçeya Pirsûsê ya Rihayê bi ser malan de hate girtin.
Di encama serdegirtinên malan de endamên meclisa Şaredariyê jî di nav de 4 kes bi îdiaya ku “endamên rêxistinê ne” hatin desteserkirin.
Li gorî nûçeya Ajansa Mezopotamyayê di dema desteserkirinê de endamekî meclîsê rastî miemeleya xirap hatiye û bi desteserkirinê gef lê hatî xwarin. Di dema lêgerînê de dest danîne ser pirtûkên bibandroll û lênûska têbiniyan a amblema Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) li ser bûye ya heman endamê.
Her 4 desteserkirî birin Rêvebiriya Emniyetê ya Pirsûsê. Dibe ku hejmara desteserkiriyan zêdetir bibe.
(TY/AY)
Hak odaklı, çok sesli, bağımsız gazeteciliği güçlendirmek için bianet desteğinizi bekliyor.