Li Parîsê kesekî bi kêrê êrîşî polîsan kiriye
Li Parîs, paytexta Fransayê, kesekî bi kêrê êrîşî polîsên li Midûriyeta Emniyetê ya Parîsê kiriye. Çar kes mirine.

Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Li gorî nûçeya çapemeniya fransiziyan, êrîşkarek bi kêrê ketiye avahiya Midûriyeta Emniyetê ya Parîsê.
4 kes di encama êrîşê de mirine. Hatiye diyarkirin ku kesê êrîşkar jî polîs e û li Midûriyeta Emniyetê wezîfedar bûye. Polîsan êrîşkar kuştiye.
Li derûdora avahiyê polîsan tedbîrên berfireh standiye û rawestgeheke metroyê hatiye sekinandin.
Hatiye destnîşankirin ku Christophe Castaner, Wezîrê Karûbarên Hundir, wê biçe cihê bûyerê. (TP/FD)
Hak odaklı, çok sesli, bağımsız gazeteciliği güçlendirmek için bianet desteğinizi bekliyor.