Li NTVyê 4 kes ji kar hatine derxistin
Ji beşa weşana zindî a Navenda Nûçeyan a Enqereyê ya NTVya ku serbi Koma Dogûş Medyayê ye 4 kes ji kar hatine derxistin.

Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Li NTVyê pêleke nû ya ji kar derxistinê destpêkiriye. Ferît Şahenk xwediyê Koma Dogûş Medyayê ye û NTV jî serbi wê komê ye.
Li gor nûçeya Medyaradarê 4 kes ji ekîba weşana zindî ya Navenda Nûçeyan a Enqereyê ya NTVyê ji kar avêtin e.
Hatiye destnîşan kirin, ku cara yekem Hakan Tûrgût, berpirsê aplîngê, Tahîr Çetînkaya, ji ekîba weşana zindî, Beyzer Denîzhan, kameraman û peywirdarekî ragihandinê ji kar avêtine.
Hatiye zanîn ku ji kar derxistin wê li Koma Dogûş medyayê bidome. Di meha Adara 2018an de dema kanala Sporê ya NTVyê hatibû girtin, gelek karmend bêkar mabûn. (HA/AY)
Hak odaklı, çok sesli, bağımsız gazeteciliği güçlendirmek için bianet desteğinizi bekliyor.