Li Mersînê di serdegirtinên malan de 12 kes hatin desteserkirin
Li Mêrsînê di encama serdagirtinên malan de 12 kes hatin desteserkirin.

Li Mêrsînê di çarçoveya lêpirsînekî Serdozgeriya Komarê ya Mêrsînê de bi ser gelek malan de hat girtin.
Di serdagirtinên malan ên li navçeyên Tarsûs, Gulnar, Akdenîz, Toroslar û Yenîşehîrê yên Mêrsînê de 12 kes hatin desteserkirin.
Li gorî nûçeya Ajansa Mezopotamyayê kesên hatine desteserkirin bi “endamtiya rêxsitinê” tên tohmetbarkirin.
Her weha kesên hatine desteserkirin, birine Fermandariya Cendirmeyan a Mêrsînê.
Hak odaklı, çok sesli, bağımsız gazeteciliği güçlendirmek için bianet desteğinizi bekliyor.