Li Mêrsînê 6 kes hatin desteserkirin
Li Mêrsînê di serdegirtinên malan de 6 kes hatin desteserkirin. Her weha 5 kesên ku li Ceyhanê hatibûn desteserkirin serbest bûne.

Di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Mêrsînê ya bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” polîsan li navenda bajêr bi ser gelek malan de girtin.
Li gorî nûçeya Ajansa Mezopotamyayê di serdegirtinên malan de 6 kesên navên wan nehatin zanîn hatin desteserkirin û birin Midûriyeta Polîsan a Mêrsînê.
Li navçeya Ceyhan a Edeneyê jî di 27ê Çiriya Paşiyê de bi îdiayên "endamtiya rêxistinê" û “propagandaya rêxistinê” 5 kes hatibûn desteserkirin. 5 kesên sewqî Edliyeya Ceyhanê hatine kirin, piştî karûbarên îfadeyê yên li dozgeriyê hatin berdan.
(AY)
Hak odaklı, çok sesli, bağımsız gazeteciliği güçlendirmek için bianet desteğinizi bekliyor.