Li Mereşê 198 saetan piştî erdhejê 2 bira hatine rizgarkirin
Li Mereşê 198 saetan piştî erdhejê 2 bira hatin rizgarkirin. Herdu birayên ku bi birîndarî li bin xerabeyan hatine derxistin, bi ambûlansê birine nexweşxaneyê.

Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Piştî erdehejên ku navenda wan Mereş bûye xebatên lêgerîn û rizgarkirinê di 9emîn de didome.
Gelek ekîbên lêgerîn û rizgarkirinê xebatên xwe li ser xerabeyên Apartmana Pinarê ya ku li Bûlvara Salman Zulkadiroğlu ya li Kolana Sutçu İmama navçeya Dulkadiroglûya Mereşê ye didomîne.
Ekîban 198 saet piştî erdhejê berê Muhammed Enes Yenîarê 17 salî û piştre jî birayê wî Bakî Yeninarê 21 salî ji xerabeyan rizgar kirine.
Herdu birayên ku bi birîndarî li bin xerabeyan hatine derxistin, bi ambûlansê birine nexweşxaneyê.
(EMK/AY)
Hak odaklı, çok sesli, bağımsız gazeteciliği güçlendirmek için bianet desteğinizi bekliyor.