Li Mêrdînê gel li dijî xespkirina îradeya xwe li ser pêyan e
Wezareta Karên Navxweyî duh(4ê Mijdarê) qeyûm tayînî Şaredariyên Bajarê Mezin ê Mêrdîn, Êlihê û Şaredariya Xelfetiyê kir. Her sê şaredarî di bin rêveberiya Partiya Demokrasî û Wekheviyê ya Gelan(DEM) de ne.
Piştî Colemêrg û Esenyurtê Wezareta Navxweyî qeyûm ji bo Şaredariyên Mêrdîn, Êlih û Xalfetiya Rihayê kir.
Polîsan di saetên serê sibehê de avahiya şaredariyê dorpêç kirin. Li ser vê yekê gel li her sê şaredariyan jî berê xwe dan ber deriyê şaredariyan û dest bi çalakiyan kirin.
Li Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê jî bi agahiya tayînkirina qeyûm re gel berê xwe da ber şaredariyê.
Ji dayik, jin û zarok û ciwan û siyasetmedaran heta gelek sazî û dezgehên sivîl û siyasî ji serê şeveqê heta derengî şevê bi dirûşm û pankartên wek ‘Qeyûm xesp e’ bertek û nerazîbûnên xwe anîn ziman.
Xwepêşander bi bianet kurdiyê re axivîn û bertekên xwe anîn ziman.
Çîrokbêj Sitî: Bila çanda çîrokbêjiyê di nav kurdan de bidome

Helbestvan Leyla Saraç: ‘Dema Tu Çûyî’ behsa welat û bêrîkirinên min dike

Paramaz Mercan: Divê her kes li Dêrê jî xwedî derkeve

Wênesaz Nûrhîn El Hisên: Ez dixwazim bi xêzên xwe dengê kurdan bidim bihîstin

ŞAREDARİYA FARQÎNÊ
Kadrî Esen: Em ê bi xebatên bi vî rengî hewl bidin rê li pişaftinê bigirin
