Li Mêrdînê di qezaya trafîkê de 6 mirine
Li Midyatê, navçeya Mêrdînê 3 wesayit li hev ketine û di encamê de 6 kes mirine, 2 kes jî bi giranî birîndar bûne.

Fotograf: AA
Li gor agahiyên hatin bidestxistin li ser rêya di navbera Midyat û Kerboranê de kamyonek, traktorek û erebeyek li hev ketine.
Di encama qezayê de 5 kes mirine û 3 kes jî bi giranî birîndar bûne. Tîmên rizgarkirinê çûne cihê ku qeza lê qewimiye û birîndar birine Nexweşxaneya Dewletê ya Mîdyatê.
Jimara miriyan derketiye 6an
Yek ji birîndaran li nexweşxaneyê digel hemû midaxeleyan, miriye. Li gor vê encamê hejmara miriyan derketiye 6an. Dermankirina 2 birîndarên din didome. (FD)
Hak odaklı, çok sesli, bağımsız gazeteciliği güçlendirmek için bianet desteğinizi bekliyor.