Li Meletiyê erd hejiya
Li taxa Doaganşehîra Meletiyê bi pileya 4.9an erd hejiya.

Serokatiya Rêvebiriya Karesaratan û Rewşa Lezgîn(AFAD) ragihandiye ku di saet 10.46an de bi pileya 4.9an li Meletiyê erd hejiya ye û navenda erdhejê Taxa Doganşehîrê ye.
Hat diyarkirin ku erdhej 7 kîlometre di bin erdê de pêk hatiye.
Her weha Resetxaneya Kandilliyê û Esnîtituya Lêkolînên Erdhejan a Zanîngeha Bogaziçiyê jî erdhej bi pileya 4,9ê pîvaye û gotiye 5 kîlometre di bin erdê de pêk hatiye.
Her weha erdhej li bajarên derdorê jî hatiye hîskirin.
Hak odaklı, çok sesli, bağımsız gazeteciliği güçlendirmek için bianet desteğinizi bekliyor.