Li Meletiyê bi pileya 5.0an erd hejiyaye
Li Puturge(Şîro), navçeya Meletiyê bi pîleya 5.0an erd hejiyaye. Bandora wê li herêmên derdorê jî bûye.
.jpg)
Li Puturge(Şîro), navçeya Meletiyê di saet 12.19an de bi pîleya 5.0an erd hejiyaye.
Serokatiya Rêveberiya Karesatan û Rewşa Lezgîn(AFAD) aşkere kiriye ku erdhej saet di 12.19an de bi pileya 4.7ê, 7 km di bin erdê de li navçeya Puturgeyê pêk hatiye.
Resetxaneya Kandilliyê û Esnîtituya Lêkolînên Erdhejan a Zanîngeha Bogaziçiyê jî erdhej bi pileya 5,0ê pîvaye. Enstîtuyê diyar kiriye ku navend Puturge ye. 5 kîlometreyan di bin erdê de çêbûye.
Mikaîl Suluk, Şaredarê Puturgeyê diyar kiriye ku erdhej li kolana Bolukkaya ya Puturgeyê pêk hatiye û tu zirarekî canî û malî çênebûye.(AY)
Hak odaklı, çok sesli, bağımsız gazeteciliği güçlendirmek için bianet desteğinizi bekliyor.