Li Meletiyê bi pileya 4,5ê erd hejiyaye
Li Hekîmxan, navçeya Meletiyê bi pîleya 4,5ê erd hejiyaye. Bandora erdhejê li tevahiya bajer bûye.

Li Hekîmxan, navçeya Meletiyê bi pîleya 4,5ê erd hejiyaye.
Serokatiya Rêveberiya Karesatan û Rewşa Lezgîn(AFAD) aşkere kiriye ku erdhej saet di 09.54 deqîqeyan de bi pileya 4,5an li navçeya Hekîmxanê pêk hatiye.
Hatiye diyarkirin, ku erdhej 7,21 kîlometreyan di bin erdê de çêbûye.
Aydin Barûş, Walîyê Meletiyê ji nûçegîhanê Ajansa Anadolûyê re aşkere kiriye, navenda erdhejê Hekîmxane û bandor li tevahiya bajêr kiriye.
Barûşî weha gotiye, “Heta niha me agahiyek neyînî negirtiye. Cendirme û ekîbên AFADê bi xelkên kolanan re di nava peywendiyan de ne. Xebatên me didome. (AY/FD)
Hak odaklı, çok sesli, bağımsız gazeteciliği güçlendirmek için bianet desteğinizi bekliyor.