Li Meletiyê bi pileya 4,4an erd hejiya
Li taxa Yeşîlyûrta Meletiyê bi pileya 4.4an erd hejiya. Wezîr Yerlîkaya ragihand ku li qadê lêkolîn hatine kirin ku çi rewşeke nerênî nîne.

Serokatiya Rêvebiriya Karesaratan û Rewşa Lezgîn(AFAD) ragihandiye ku di saet 05.52an de bi pileya 4.4an li Meletiyê erd hejiya ye û navenda erdhejê Taxa Yeşîlyûrtê ye.
Hat diyarkirin ku erdhej 10,83 kîlometre di bin erdê de pêk hatiye.
Wezîrê Navxweyî Alî Yerlîkaya aşkere ku piştî erdhejê AFAD û saziyên pêwendîdarli qadê dest bi lêkolînan kirine û heta niha rewşeke nerênî nîne.
(AS/AY)
Hak odaklı, çok sesli, bağımsız gazeteciliği güçlendirmek için bianet desteğinizi bekliyor.