Li Londonê Grenfell Tower şewitî, ya kêm 6 kes mirin
Li Londonê li avahiyeka bi navê Grenfell Tower şewitî, di avahiya 24 qetî de 120 malbat dijîyan, ya kêm 6 kes mirine û 74 kes birîndar bûne. Birîna 20 birîndaran giran e.

Ji bo nûçeya Tirkî bitikîne
Li Londonê li avahiyeka bi navê Grenfell Tower şewitî, di avahiya 24 qetî de 120 malbat dijîyan, ya kêm 6 kes mirine û 74 kes birîndar bûne. Birîna 20 birîndaran giran e.
Li gor sieta TSIyê siet 03.00ê agirî girtiye avahiyê û hê jî dişewite.
Şefê polîsan Stuard Cundyî got:
“Me di vê merheleyê de bi tenê karî em agahiya mirina 6 kesan piştrast bikin. Di rojên bên de dibe ku ev hejmar zêde bibe. Gelek kes jî têne dermankirin.”
Avahiya şewitî di sala 1974ê de hatiye avakirin. Xwediyên avahiyê Şaredariyên Chelsea û Kensîngtonê ne. Îsal şaredariyan avahî temîr kiriye û derdora wê bi plastîkê nixamtiye. (EKN/MB)
Hak odaklı, çok sesli, bağımsız gazeteciliği güçlendirmek için bianet desteğinizi bekliyor.